Di mintiqa konan de şewat: Miriyek
Li navçeya Bêlkisa Dîlokê di mintiqa konên ku penaberên Sûrî tê de dimînin de şewat deket. Di encama şewatê de zarokekê 2 salî jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Bêlkisa Dîlokê di mintiqa ku penaberên Sûrî dimînin de şewat derket. Di encama şewatê de zaroka bi navê Berra Ajad jiyana xwe ji dest da. Nadîr Ajad û Semîr Halîd Hacên ku kekên Berrayî ne ji ber dûyê birîndar bi jehrê ketin.
Gor agahiyên hatine bidestxistin şewat di derdora nîvro de pêk hat. Di mintiqa konan de di kona ku malbata Ajadî disekiniya de şewata ku hêj jî sedema wê nayê zanîn di demekê kurt de belav bû. Dûvre ev şewat ji teref tîmên vekujê ve hat tefandin.
Di encama şewatê de Berra Ajadê 2 salî jiyana xwe ji dest da. Nadîr Ajad û Semîr Halîd Hacên ku kekên Berrayî ne ji ji ber dûya şewatê ji jehrê ketin.
Di derbarê bûyerê de tehqîqat hat destpê kirin. (ÎLKHA)