Qezaya trafîkê: Miriyek
Li navçeya Kahtaya Adiyamanê wesayîtek wergeriya, di qezaya ku pêk hat de kesek jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî giran birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin wesayîta ku ajokarê wê Emre Cengîz(30) bû dema ku ji Adiyamanê diçû Kahtayê li nêzî Sîteye Pîşesaziya Biçûk a Kahtayê qulibî.Di qezaya ku pêk hat de Azmî Ayteymur jiyana xwe ji dest da û kesên bi navê Murat Bayraktutan, Xelîl Toruk û Emrah Cengîz giran birîndar bûn.Kesên birîndar rakirin nexweşxanê û tedawiya wan didome.(ÎLKHA)