Li Hezexê qedexe qismen hat rakirin
Waliyê Şernexê diyar kir li navçeya Hezexa Şernexê qedexeya derketina derve qismen hatiye rakirin.
Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Şernexê ve hat dayîn de hat belav kirin ku dê di navçeya Hezexê û Gundê Baskê de qedexeya derketina derve ya ku berê hatibû îlankirin di saetên ku hatiye diyarkirin de were rakirin.
Di nabeyna saetên 04.30 û 21.30an de qedexe tune
Di daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin: “Di navçeya Hezex û Gundê Baskê de qedexeya berê ji bo ku Endamên Rêxistina Terorê werin girtin, berîqetên ku ji teref rêxistinê ve hatibû sazkirin û çalên hatibûn vedan werin rakirin û ji bo ku ewlehiya can û malê gel were parastin qedexeya derketina derve hatibû îlankirin. Ev qedexe ji 31.03.2016an rora Pêncşemê pê ve dê her roj sibe ji saet 04.30an heta êvarê 21.30an were rakirin. Qedexe dê ji saet 21.30an heta 04.30an bidome.” (ÎLKHA)