Li Dêrindbê bernameya Wîladeta Pîroz
Li Gundê Dêrindbêya girêdayê Gercewsêya Batmanê ye ji teref Koy-Dera Batmanê ya ku girêdayê Platforma Evîndarên Pêxember e ve bernameya Wîladeta Pîroz hat tertîpkirin.
Bername li meydana gund hat tertîpkirin.Nîştecihên gund ji gundê derdorê jî gelek kes beşdarî bernameya ku hat tertîpkirin bûn.
Bername bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir.Her wiha di berdewam bernamê de mewlûda şerîf hat xwendin û îlahî hatin bilevkirin.
“Hemû kesên ku wî ji xwe re kirine Rehber muweffeq bûne”
Lêkolîner û Nivîskar Fehmî Kaplanê ku wek axavtvan beşdarî bernamê bûbû di derbarê girîngîya mijarê de axavtinek kir.Kaplan di axavtina ku kir de diyar kir însanetî heger rehbertiya wî qebûl bike ew ê muzaffer bibe û ew ê bi vî awayî jî rizaya Xweda Teala bi dest bixe.
Bername bi kirina duayan bi dawî bû.(ÎLKHA)