• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Xelkê Denîzliyê ji astengkirina Îmtîhana Sîyerê re bertek nîşan da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xelkê Denîzlî ji Midûrtiya Perwerdehiyê ya Neteweyî ya Bajêr re ji ber ku ji îmtîhana sîyerê re mekteb tesis nekiriye bertek nîşan da û diyar kir tu kes nikare hezkrina pêxember asteng bike.

Berî niha ji teref Platforma Evîndarên Pêxemeber a Denîzliyê ve ji bona îmtîhanê mekteb were tesîskirin muracat li Midûrtiya Perwerdehiyê ya Neteweyî ya Bajêr hatibû kirin û serîlêdan ji teref Midûrtiya Perwerdehiyê ya Neteweyî ya Bajêr ve bi hinceta tadîlat,paqijî û sermaye hatibû redkirin.

Kesên Denîzliyî ji ber ku ji îmtîhanê re mekteb nehatiye tesîskirin li ber Walîtiya Denîzliyê civîyan û bi daxuyanîyeke çapemeniyê  ji rewşê re bertek nîşan dan.Koma ku li ber walîtîyê civiyabû bênavber sloganên mîna ‘28a Sibatê ya Denîzliyê wê kengî xelas bibe, Hikûmet naraze, li nesla dîndar xwedî derkeve! Ji nesle dîndar re astenga kîndar:’ hatin avêtin.

Daxuyaniya çapemeniyê li ser navê Koordînatoriya Platforma Evîndarên Pêxember ji teref Yunus Akbay ve hat xwendin.Akbay di daxuyaniya ku xwend de diyar kir ew berî niha ji bona îmtîhana sîyerê  mekteb were tesîskirin muracatî li Midûrtiya Perwerdehiyê ya Neteweyî ya Bajêr  kirine û serîlêdan ji teref Midûrtiya Perwerdehiyê ya Neteweyî ya Bajêr ve bi hinceta tadilat,paqijî û sermayê hatiye redkirin.

Akbay di berdewam axavtina xwe de diyar kir ew ji ber vê redkirinê cardin bi Midûrê Perwerdehiya Neteweyî ya Bajêr re hevdîtin kirine lê belê vêcar jî midûr ji wan re gotiye ku ‘Em ne mecbûr in ku mekteb bidin we.’

Akbay di dawiya axavtina de xwe diyar kir ev bersiv bêtehemuliyê nîşan dide û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Li van mekteban bernameyên cûrbecûr tên lidarxistin.Lê belê ev mekteb ji evîndarên pêxember re tê qedexekirin.Zihniyetên mîna vê yên pêvajoya 28ê Sibatê ne.”(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir