Li Sûrê 3 esker jiyana xwe ji dest dan
Li navçeya Sûra Diyarbekirê di pevçûnên ku derketin de binefserek, çawîşekî pîspor û eskerek jiyana xwe ji dest dan.
Li navçeya Sûra Diyarbekirê di pevçûnên ku derketin de binefserek, çawîşekî pîspor û eskerek jiyana xwe ji dest dan.Her wiha di pevçûnan de 5 esker birîndar bûn û 9 PKKyî jî hatin kuştin.
Kesên ku di pevçûnê de birîndar bûbûn bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Eskeriyê ya Dewletê.Tedawiya eskerên ku birîndar bûbûn li nexweşxanê berdewam dike.
Li navçeya ku qedexe û pevçûn lê berdewam dikin qedexe hatibû berfirehkirin û li Taxên Abdaldede, Alîpaşa, Lalebey, Suleyman Nazîf, Zîya Gokalp û li Cadeya Melîkahmeta Sûrê derketina derve di 27ê Çilê de ji seat 11.30an heta daxuyanîyeke din derketina derve hatibû qedexekirin.(ÎLKHA)