• DOLAR 32.566
  • EURO 34.967
  • ALTIN 2443.469
  • ...
Li 5 taxên din jî derketina derve hat qedexekirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qedexeya derketina derve ya ku ji 2 kanûnê vir ve li 6 taxên Sûrê berdewam dike hat berfirehkirin.

Di daxuyaniya ku ji teref Qeymaqemtiya Sûrê hatiye daxuyandin de di derbarê mijarê de wiha hat ragihandin: “Ji bona ku barîkatên ku li kolanan hatine danîn werin rakirin, çal werin girtin û ji bona ku bombe bên îmhakirin  li Taxên Abdaldede, Alîpaşa, Lalebey, Suleyman Nazîf, Zîya Gokalp û li Cadeya Melîkahmeta Sûrê derketina derve di 27ê Çilê de ji seat 11.30an heta daxuyanîyeke din hatiye qedexekirin.”

Her wiha li navçê hat dîtin ji taxên ku lê qedexe hatiye îlankirin xelk dest bi koçkirinê dikin û dengê pevçûnan jî ji navçê tên bihîstin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir