• DOLAR 32.578
  • EURO 34.979
  • ALTIN 2448.142
  • ...
Daxuyanîyên xweseriyê gelek zehmetî da xelkê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Parlementerê Mêrdînê Orhan Mîroglu bi endamên çapemeniyê re civiya û daxuyaniyên girîng da.Di civîna ku di oteleke taybet hat kirin de Mîroglu diyar kir li cihên ku pevçûn lê diqewimin koçeke mezin heye.

Mîroglu di derbarê mijarê de wiha axivî: “Însan dibêjin ji sedî 80yê nufûsa Hezexê navçê terk kiriye.Rewş li Nisêbîn û Cizîrê jî bi heman awayî ye.Ev encama meşandina siyaseteke xelet e.Em hêvî dikin li derên ku ev bû 2 meh pevçûn lê berdewam dikin êdî pevçûn bi dawî bibin.Xelkê heremê jî vê yekê dixwaze.Partiya siyasî ya malûm xwest tiştekî bi ceribîne.Lê encama vê ceribandinê ji xelkê re giran hat.”

Mîroglu di dawîya  axavtina xwe de diyar kir Emrîka, rêxistinên PKK û PYDê wek hev nahesibîne lê belê ev her du jî ji hev ne cuda ne.(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir