• DOLAR 32.556
  • EURO 34.948
  • ALTIN 2440.38
  • ...
Mêrxas Şehîd Kerbelaî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di salên 90an de ji teref PKKê ve gelek kurdên misliman hatin qetilkirin. Şehîd Kerbelaîyê ku navê wî M. Salîh Kavak e jî jiwan mislimanan kesek bû.

M. Salîh Kavakê ku dema 70 salîbû li Nisêbîna Mêrdînê di 21ê Çileya Paşîna 1992an de hat qetilkirin, xeynî nasnameya teblîxgeriya wî ew bi mêrxasî, xîret û daxwaziya şehîdbûnê ya di rêya Xweda Teala de dihat naskirin.

Di derbarê Şehîd Kerbelaî de lawê wî M. Selîm ji Ajansa Nûçeyan a Îlkê re axavtin kir.

Ji zimanê lawê wî Kerbelaî

 “Ji ber ku pir bi xîret bû hevalên wî jê re digotin Kerbelaî”

M. Selîm Kavak diyar kir ku bavê wî di sala 1928an de li navçeya Gecûşa Êlihê di Gundê Kelehê hatiye dinê û dûvre di sala 1979an de li Taxa Kişlaya Nisêbînê bicî bûye. Dûvre Selîm Kavak axavtina xwe wiha domand: “Navê rastî yê bavê min Mehmet Salîh e. Kesek pir dîndar bû. Derse Qur’ana Pîroz dabû hemî zarokên xwe. Di dewra ku PKK mislimanan ji xwe re kiribû hedef de bavê min deriya mala xwe ji ciwanan re vekir û xwedî li ciwanan derket. Di derbarê mijara Îslamiyetê de gelek piştgirî dida ciwanan. Ji ber ku pir bi xîret bû hevalên wî jê re digotin Kerbelaî. Bavê min xwediyê 10 zarokan bû. Lê di gel vê yekê wî rojek negot ez kal bûme. Êdî nikarim di derbarê Îslamê de bixebitim. Him di karê dinê him jî di karê axîretê de kûşa û jêhatî bû.”

 “Ji Kerbelaî di derbarê şehîdbûnê de diayekê bandordar”

Kavak diyar kir ku digel pîrbûna bavê wî ew ji ber xîreta xwe bi ciwanan re pêşbazî dikir. Ji ber vê yekê bavê wî ji bo PKKê tehdît bû. Her wiha Kavak diyar kir ku bavê wî beriya şehadeta xwe ji xelkê helalî xwestiye. Dûvre Kavak wiha pê de çû: “Bavê min di rojên xwe yên dawî de ji dayîka min, xuşk û birayên min û ji gelê hawîrdor helalî xwest.  Wê çaxê di navçeya me de gelek ciwan ji teref PKKê ve hatibûn qetilkirin. Çend roj beriya şehadeta bavê min Mamoste Îbrahîm Kizmaz jî hatibû qetilkirin. Bavê min hertim wiha dia dikir: ‘Ya Rebbî! Bila ciwanên me şehîd nebin. Ez di şûna wan de şehîd bibim.’ Xwedê Teala jî înşaellah diayên bavê min qebûlkir.”

 “Roja ku bavê min şehîd xistin qey ji bo şehadete amade bûbû”

Kavak diyar kir rojek beriya şehadeta bavê wî pîrekek a ku cîranê wan bû hatiye mala wan û diyar kiriye ku Xalê Salih li ser hespekî sipî dîtiye. Her wiha bi xwe jî pê hisyaye ku dê bavê wî şehîd bikeve.

Kavak wiha axavtina xwe domand: “Şîna Mamoste Îbrahîm Kizmaz ê ku xizmên me bû û her wiha di 6ê Çileya Paşîna 1992yan de ji teref PKKê ve hatibû qetilkirin çend roj domî. Ew roj jî dê em biçûna tezîyê. Bavê min wek ku dê biçûya ba Xwedê Teala xwe amade kir. Min jî wî tiraş kir. Dûvre wî desmêj girt û ji malê derket. Pey de bavê min ji min  re got lawê min ez di teziyê de pir mam e. Tu here teziyê. Dê ez ji biçin dikanê. Ez çûm teziyê. Piştî çend deqîqan me bihîst ku bavê min şehîd kirine.”

Kavak belav kir dema ku çûne ciyê bûyerê dîtine ku 9 berik li bavê wî dane û bavê wî wek ku nemiriye çavên wî vekir û bi rûyekî kenijî li ezman dinêre. Kavak wiha li axavtina xwe zêde kir: “Berê min got qey bavê min nemiriye. Min bang lê kir. Dema ku deng jê derneket min fêm kir ku şehîd bûye.”

“PKK; pîrek, zarok anbêje herkesî qetil dike”

Kavak bal kişand ku PKK, pîrek, zarok anbêje herkesî qetil dike. Dûvre wiha destnîşan kir: “Dema ku bavê min hat kuştin kalekî 70 salî bû. Çend roj beriya wî jî Mamoste Îbrahîm Kizmaz ji teref PKKê ve hatibû şehîd kirin. Heta wî çaxî PKK, li Nisêbînê 30-35 misliman qetil kiribû. Di nav van de însanên kal û pîr, zarok û pîrek jî hebûn. Di navçeya me de xaltiyekê 50 salî bi qîza xwe yê 7 salî re li ber şîpaneka xwe ji teref PKKê ve hatin kuştin. Di nav şehîdan de zarok, pîr û kal û pîrek jî hene. PKK; pîrek, zarok nabêje herkesî qetil dike. PKK, xelkê misliman ji xwe re wek tehdît didît. Ji ber vê yekê wan qetil dikir. (ÎLKHA)

 















Bu haberler de ilginizi çekebilir