Li Sûrê teqîn: 7 birîndar
Hat ragihandin ku li Sura Amedê teqîn qewîmî, 7 polês birîndar bûn.
50 roj e ku li Surê qedexeya derketina derve didome. Her wiha li navçeyê pevçûn jî didomin. Îro di derdora êvarê de li Surê teqîn pêk hat. Di encama teqînê de 7 polês birîndar bûn.
Gor agahiyên hatine bidest xistin li Taxa Dabanogluyê di kolana Suleyman Nazîfê de di derdora 17.00an de bombeya ku ji teref PKKyiyan ve hatibû bicîkirin hat înfilaqkirin. Di encama înfilaqkirinê de 7 polês birîndar bûn.
Polêsên ku birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Eskerî ya Diyarbekirê. Hat ragihandin ku ji van 7 polêsan 2yê wî rewşa wan giran e. (ÎLKHA)