• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Kardeş-Dera Erxenî rapora karûbarên xwe yên salane daxuyand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Erxeniya Amedê Kardeş-Dera ku endamê Platforma Alîkariyê ya Kerwana Umudê ye rapora karûbarên xwe yê sala 2015an bi raya giştî re parve kir. Di raporê de hat diyarkirin di sala 2015an de 47 malbatên wê ehlê Sûrî bi tevahî li 610 malbatan alîkarî hat kirin.

Serokê Komîsyona Alîkariya Kardeş-Derê Mustafa Oz ji xêrxwazan re teşekûr kir û diyar kir ku dê alîkariya wan bidome.

Oz diyar kir ‘Saz kirina biratiya rastî, hewcedariya bawerî û mirovahiya me ye.’ Dûvre Oz axavtina xwe wiha domand: “Îsal li navenda Erxenî û gundê wê me alîkariya gelek malbatan kir. Di van malbatan de malbatên Sûrî jî hebûn. Me li 280 malbatan alîkaruya xurekê, li 310 malbatan alîkariya goştê û li 20 malbatan jî alîkariya betanî, sobe, avsark hwd kir. Ji 610 malbatan 47ê wî malbatên Sûrî ne.”

Oz diyar kir ku bi wesîla xêrxwazan vê alîkariyê dikin. Dûvre Oz axavtina xwe wiha domand: “Dinya, ciyê îmtîhanê ye. Xwedê Teala mirov carinan bi feqîrtiyê carinan jî bi zengîntiyê îmtîhan dike. Zengînan bi malên wan feqîran jî bi rewşa wan îmtîhan dike. Ji bo ku em alîkariyên xwe bidomînin em li benda xêrxwazan in.” (ÎLKHA)

 



















Bu haberler de ilginizi çekebilir