Li 3 navçeyên Hekariyê Heremên Ewlehîyê yên Taybet hatin îlankirin
Walîtiya Hekariyê hinek derdor û qadên navçeyên Gever, Şemzînan û Çelêyê ji 19 Çilê heta 2yê Sibatê Heremên Ewlehiyê yên Taybet îlan kir.
Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Hekariyê ve hatiye dayîn de hat diyarkirin ji bona ewlehîya can û mal a xelkê were tesîskirin û ji bona hebûna ewlehîyê were domandin li navçeyên Çelê, Şemzînan û Geverê hinek herem ji 19 Çilê heta 2yê Sibatê wek Heremên Ewlehiyê yên Taybet îlan kir.(ÎLKHA)