Li Cizîrê 30 TIR şewitîn
Li navçeya Cizîra Şernexa ku ev bû 30 roj qedexeya derketina derve lê berdewam dike hêj pevçûn û şer jî bi şidet didomin. Li navçê di şewata ku di parka TIRan derket de 30 TIR şewitîn.
Li navçeya Cizîra Şernexa ku ev bû 30 roj qedexeya derketina derve lê berdewam dike hêj pevçûn û şer jî bi şidet didomin.Hat ragihandin duh êvarî li navçê teqînên bi şidet pêk hatin.Di encama teqînan de gelek mal û wesayît şewitîn.
Li gor agahîyên şahidan piştî teqînên tund li Taxa Sûrê di parkeke TIRan de agir derket. Di encama şewata ku di parke derket de 30 TIR şewitîn.(ÎLKHA)