PKKyîyan ambûlans revandin
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê PKKyîyên ku ambûlans revandin alavên tibbî yên di nava wê de şelandin.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê komek PKKyî ambûlans revand.Kesên PKKyî li Taxa Dîcleyê rêya ambûlansê birîn û xebatkarên tenduristîyê jê peya kirin.
Pişt re hat hînbûn ku ambûlansa ku ji teref PKKyîyan ve hatibû revandin li kolanekê hatîye terikandin û alavên tibbî yên tê de jî hatine şelandin.
Di derheqê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)