• DOLAR 32.455
  • EURO 34.762
  • ALTIN 2434.83
  • ...
Ji rêxistinê nerevî, wek zanîn hat şandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

PKKyiya ku li Guçlukonakê teslîmê eskeran bûbû di encama tehqîqat û lêkolînan de derket holê ku ev kes wek zanîn teslîm bûye da ku ji bo rêxistinê bixebite.

Di derbarê mijarê de ji teref Fermandariya Cendirmeyê ya Bajarê Şernexê ve daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin: “ PKKyiya bi navê A.D. yê ku  berê teslîmê hêzên ewlehiyê bûbû di derbarê wî de tehqîqat hat destpêkirin. Di encama tehqîqata ku ji teref Fermandariya Cendirmeyê ya Navçeya Guçlukonakê ve hatibû destpêkirin de şexsa A. D.yê ku bi çek û techîzata xwe ve teslîmê eskeran bûbû hat zanîn ku ev kes ji rêxistinê nereviye. Ev kes li bo ku dûvre ji rêxistinê re bixebite teslîmê eskeran bûye. Ji ber vê yekê li mala bavê vî kesî lêgerîn hat kirin.”

Çawa ku tê bibîranîn li herêma Şernexê bi taybet jî li Deriya Sînûrê ya Habûrê komên 8 kesî dihatin û teslîn dibûn. Di derbarê van PKKyiyên ku teslîm dibûn de idîayên cûr bi cûr di çapemeniyê de cî girtibû. Di derbarê vê yekê de me di  nûçeya xwe yê 16ê  mijdara 2014an de  bal kişandibû li ser van xeberan. Gor agaiyên ku herî dawî hat bidestxistin jî ji 21ê adara 2013an heta niha 102 PKKyî teslîm bûn.

Ji aliyekê din ve di domahiya daxuyaniya ku ji teref Fermandariya Cendirmeyê ya Bajarê Şernexê ve daxuyandin de wiha hat diyarkirin: “ Di lêgerîna ku ji teref Fermandariya Qereqola Cendirmeya Koçyurdu ya Guçlukonakê ve hatibû kirin de keleşek, 5 carcûrên keleşê, 148 berikên keleşê 2 narincok, cilê rêxistinê hat bidestxistin.” (ÎLKHA)

 


 

Bu haberler de ilginizi çekebilir