• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
HUDA PAR di derbarê rojevê de daxuyaniyên girîng da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

HUDA PAR, şerên ku li  herêm didome, mexdûriyeta gel, mijara destnedayîniyê ya di derbarê HDPyiyan de ya ku ji nû ve hatiye holê, îdam kirina 47 kesên ku ji teref rejîma Siûdê ve hatin îdamkirin nirxand û diyar kir pêwîst e  şerê ku gelê kurd medûr û belengaz dike demildest were sekinandin. Her wiha HUDA PAR bal kişand ev 47 kesên ku ji teref rejîma Siûdê ve hatin îdamkirin tenê fitne û tefrîqeya mezhebperestiyê geş dike.

“Pêwîst e ev şerên ku însan pê dimirin, birçîtî, belengazî, koç kirin û paşve mayînê bi xwe re tîne û her wiha bajaran wêran dike demildest were rawestandin”

HUDA PAR, ewil bal kişand  şerên ku li herêm  diqewimin dibin sedema mexdûrbûna gelê kurd. Dûvre  nirxandina rojeveya hefteyî ya HUDA PARê wiha hat domandin: “PKK, bi saz kirina berîqet û vedana kortan re şer kişand nav bajêran. Dewlet jî bi hêzên xwe yên ewlehiyê yên ku bi çekan bersîva vê yekê dan. Qedexeya derketina derve hat îlankirin. Ev rewş tenê bû mexdûrbûna gelê me. Pêwîst e ev şerên ku însan pê dimirin, her wiha şerên ku birçîtî, belengazî, koç kirin û paşve mayînê bi xwe re tînin û bajaran wêran dike demildest were rawestandin. Pêwîst e ku dewlet ji aliyekê ve ewlehiya mal û canên gel biparêze ji aliyekê din ve jî ji bo ku Pirsgirêka Kurd bi şiklekî adilane were çareserkirin hewl bide. Lê rewş ji vê yekê dûr e. Dema ku bi rêxistinê re tekoşîn tê kirin gelek caran ewlehiya can û malên gel dikeve xeterê. Her wiha di derbarê mijara çareseriyê de bes manewrayek teqtîkî pêk tê.

“Ev mijar tenê bi guhertina navê pêvajoya çareseriya kurd nayê çareser kirin”

Di nirxandinê de  qala meseleya mixatabiyê ya di çareseriya pirsgirêka kurd de jî hat kirin. Dûvre nirxandin wiha hat domandin: “Ev mijar tenê bi guhertina navê pêvajoya çareseriya kurd nayê çareser kirin. Çawa ku nîşandana nûnerên hinek kesan wek nûnerên hemû kesan nişandan û ev yek çewt bû her wiha ew kesên ku ji bo pêvajoyê  berê ji xwe re kiribûn mixatab û niha jî vê qut kirina  vê mixatabê a  ji kok ve jî çewt e.”

 “Em wan nîqaşên ku di warê guhartina rêvebir û pergalê de tên kirin û şidetê di nava xwe nahewînin wek sûc dîtîne him  ji alîyê siyasetê ve û him jî ji alîyê hiqûqê ve xelet dibînin.”

HUDA PAR di derbarê mijara parêzmendîya ku bi gotin  û kiryarên parlementerên HDPyî cardin hatîye rojevê nirxand û van tesbîtên girîng parve kir: “ Ew parlementerên HDPê yên ku di meseleya kurd de di asta herî mezin de muxatab hatin standin û di derbarê wan kiryar û fealîyetên wan ên ku li gor qanûna sûc in de û heta berpirsîyartîya wan a kuştinên ku di bûyerên 6 û 7 cotmehê pêk hatin de tu lêkolîn û lêpirsîn ne hat kirin ango ev tişt ne hatin dîtin.Lê belê heman dewleta ku van kiryaran nêdîtîbû vêcar jî ji ber ku di pêvajoya pevçûnê  ya ku nû destpêkir de ji ber gotinên hinek parlementerên HDPê di der heqê parlementerên HDPê de  rakirina parêzbendîyê tînê rojevê ku ev yek ji alîyê siyasî ve xelet e. Em dîtina pergala ku tûndî di naveroka xwe de nasitirîne û nîqaşên di derbarê guhertina rêbazê wek bergeha sûcdaruyê dihesibîne rast nabînin. Pirsgirêk, xweserî an jî axavtina pergalên din nînin. Pêwîst e ku pirsgirêk daxwaziyên tûndî û bi zora çekan tên kirin bibin. Rêbaza ku bes tûndiya PKKê ji xwe re dixe mixatab dide nîşan ku çareserî dîsa çewt tê meşandin.

HUDA PAR destnîşan kir  ji teref sazîyên civatî yên siwîl ên îslamî vê   ji bona kesên ku ji ber pevçûnan warên xwe terk kirine kampanya hatîye destpêkirin ku ew jî piştgirîyê didin van sazîyan û wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Her wek tê zanîn ji bona xelkê ku di  navbera du agiran de maye û ji bona îqtîsada heremê tu gavên êrenî ji  teref dewletê ve nehatin avêtin.Di vê dorhêlê de ji teref sazîyên civatî yên siwîl ên îslamî vê ji bona xelkê heremê kampanyaya alîkarîyê hat destpêkirin.Em wan sazîyên ku xebata alîkarîyê dane destpêkirin tebrîk dikin.Her wiha em bang dikin da ku mîna alîkarîya ku ji bona xelkê Sûrê hatîye destpêkirin bi heman awayî ji bona xelkê navçeyên din jî werin kirin.”

 “Îdam fitneya mezhepperestîyê geş dikin”

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin rageşîya ku piştî îdamkirina Ayetullah Nemr Bakir en-Nemr re dibe sedem ku misilmanan li ser mezheban rû bi rû bikin û wiha dawî li daxuyanîyê hat dayîn: “Baş tê zanîn ku ji berê ve pêwendîyên di navbera Îran û Erebîstana Siûd de nebaş in. Her weke ku tê zanîn erdigarîya îslamê li Sûrî, Misir û Yemenê têkete nava pevçûn û siyaseteke xeternak. Lê belê weke ku di paşarojê de pêk hatibû bi heman awayî îro jî cudahîya mezheban geş bûye û xetereya pevçûnê nêzîk kiriye.Ev yek temamên welatên mislimanan wek bagerê dixe nava xwe.Serokê Karên Diyanetê Cenabê Mehmet Gormez di konferansa wahdetê ya ku li Îranê hatibû lidarxistin de destnîşan kiribû ku tu stratejî û tu siyaset  ji herikandina xwîna misilmanan û ji qetilkirina mislimanan ne girîngtir e.Divê ev peyama Cenabê Gormez ji teref temamê welatên îslamê ve  baş were fêmkirin.Ew welatên mislimanan ên ku pêşanîyê didin aîdîyeta mezhebê   dema ku kesê tê îdamkirin heger ji mezheba wan be bertek nîşan didin lê belê dema ku ne ji mezheba wan be ji îdamkirinê re ker û lal dimînin.Her wiha ew dewletên rojavayê yên ku îdamên ku bê sûc û bê sebeb tên kirin re dengê xwe dernaxe dema îdamkirinên ku derîyên fitnê bibe behsa mijarê mudaxilî meselê dibin.Divê ev jî werin nîşe girtin.

Bi vê wesîleyê em di serî de bang  li Erebîstana Siûd û Îranê û bi heman awayî li welatên îslamê dikin  da ku li dijî wan kesên ku dixwazin yekîtîya mislimanan xera bikin hişyar bin. Em bi hevokên Bedîuzzeman Saîd Nûrsî bang li temamê alema îslamê dikin: “Ey Ehlê Sunnet û wel Cemeata ku ehlê heq e! Û ey Şîîyên ku muhabbet û hezkirina Al-î Beyt ji xwe xwe re kirine îttîhaz!

Bi lez, vê nîzaya ku bi zirar, neheq, bê mana û bê heqîqet e  ji naveyna xwe rabikin.Naxwe  ew ê Ceyrana Zindikayê bi şikleke sûr’et yekî ji we ji yên din re îstîsmal bike û ew ê wê bi hevdû bide perçiqandin.Dema ku vê mexlûb kir re ew ê wê amûrê jî bişkîne.Ji ber ku hûn ehlê tewhîdê ne û ji ber ku di naveyna we de bi sedan hikmên ku îttîhad û biratîya ji we re emir dikin hene pêwîst e ku hûn destên xwe ji mes’eleyên cuz’î yên mîna îftîrakê bikşînin.Ev yek elzem û pêwîst e.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir