• DOLAR 32.368
  • EURO 34.702
  • ALTIN 2390.682
  • ...
Têkiliya 21 nexweşxaneyan  bi SETê re hat birîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bi telîmata Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Suleyman Soylu ve li 10 bajêran 21 nexweşxane ji bergeha SETê hat derxisitn. Di van nexweşxaneyan de Nexweşxaneya Ortadoguyê ya OSMê a ku di 3yê îlona 2008an de li Rihayê ji teref Recep Tayîp Erdogan ve hatibû vekirin jî heye.

Gor agahiyên hatiye bidestxistin hat idîa kirin perê van nexweşxanêyên ku giradayê SETê ne wek perê hîmmetê tê sitandin.

Nexweşxaneyên ku têkiliya wan ji SETê hatiyê birîn:

Li Enqerê, Nexweşxaneyên Zanîngeha Turgut Ozal, li Bursayê Navenda Dîyalîzê ya Rentipê, Nexweşxaneya Şîfaya Erzirûmê ya Taybet, Nexweşxaneya Medînasa Taybeta Nîzîpê ya Entabê, Nexweşxaneya Faqulteya Tibê ya Zanîngeha Fatîhê, li Konyayê  Nexweşxaneya Wexfê ya Zanîngeha Mewlana, Nexweşxaneya Ortadoguya OSMê ya Rihayê, Nexweşxaneya Stenbola Teybet ya Wanê û Nexweşxaneya Sakaryayê ya Eskîşehîra Taybet

Li Îzmîrê Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiya Bornovayê ya Zanîngeha Şîfayê û şaxên Basmane, Gazîemîr û Goztepe yên Zanîngeha Şîfayê. Nexweşxaneyin din yê li Îzmîrê ; Nexweşxaneya Hekimtiya Diranê ya Zanîngeha Şîfayê, polîklînîkên Karşiyaka, Menderes û Balçovaya ku şaxên Zanîngeha Şîfayê ne, Rehabîlîtasyon û Tedewiya Fîzîka Termala Kayayê ya Zanîngeha Şîfayê û Kampusa Perwerdehî û Tendirustiya Bucaya Îzmîrê. (ÎLKHA)

 







Bu haberler de ilginizi çekebilir