• DOLAR 32.556
  • EURO 34.932
  • ALTIN 2443.822
  • ...
Di xutbeya înê de ji pevçûnan re bertek
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî ku li Kolana Gaziyê de qedexeya derketina derve hat rakirin nimêja înê hat edakirin. Digel şiliya berfê û pevçûnan gel piştî lêgerînê di Mizgefta Mezin a 5emîn Harema Şerîf  de nimêj kir. Piştî nimêjê bertek ji pevçûnan re nîşan da. Hat dîtin ku mizgeft seranser tîje bû.

Melayê mizgeftê Osman Yagmur bil kikşand ku PKK mizgeft dişewitîne û kort vedide. Her wiha polês jî gaza îsotê direşîne. Hewl tê dayîn ku kaos derkeve. Yagmur diyar kir ku mirovahî ji holê rabûye. Pêwîst e ku misliman bibin yek û di nav yekitî û biratîyê de bijîn.

“Lîstikek mezin tê lîstin”

Yağmur bal kişand ku Amed bajêra menewîyatê ye. Dûvre axavtina wiha domand: “Heke Stenbol bi behra xwe, Enqere jî bi sîyaseta xwe navdar bibe Amed jî bi çand û huner û menewîyeta xwe navdar e. Lewre Amed bajarê Sehabiyan e. Amed bajarê kelhê, Mizgefta Mezin, Hz Suleymanê ku sedan sehabiyan di nav xwe de  disitirîne, Baxçeyên Hevselê, Pira 10 derî, Mizgefta Kurşunluyê ya ku per û baskên wê hatiye şikandin, malên xwe ve bajarek dîrokî ye. Ji bajarê Amedê re çavnebarî dikin. Ji ber ku lîstik mezine te, ji dinyayê re xirab didin nasîn. Çendîn sal e ku te wek xwedî teror, xwedî diz didin nasîn. Te xwedî eshab nedan nasîn. Te anîn rewşek wisa ku tu wek bajarê zebeşan hatî nasîn. Di Amedê de dîndar pirin.  Ev yek nayê nasîn. Lê ev bajêr bi xirabiyê xwe ve tê zanîn.”

“Em ji vê cewherê mehrûm in”

Yagmur wiha pêde çû: “Wek cemaeta mizgeftê me di vê bajarê de bawerî bi Xwedê, Pêxember, kitêba Xwedê Teala aniye. Me got kitêba me Quran Pîroz e. Pêwîst e ku em vê yekê bînin cî. Heke em dixwezin ku ev rewş ji holê rabe pêwîst e ku em xwe ji vê yekê biweşînin. Em heftêya borî 200 kes bûn. Lê îro em bi sedan kes re nimêj dikin. Pêwîst e ku em ji vê yekê îstîfade bikin.”

“Mesele, Tirk, Kurd an jî Ereb nînin”

Yagmur diyar kir ku pirsgirêk Tirk, Kurd an jî Ereb nînin. Dûvre Yagmur wiha axavtina xwe domand: “Mesele, Tirk, Kurd an jî Ereb nînin. Ez vê yekê ji dil bibêjim ku pirsgirêk mirovahî ye. Mirovahî miriye. Dema ku ji Kurdan kesek bimire deng ji Tirkan dernekeve an jî dema ku ji Tirkan kesek bimire deng ji Kurdan dernekeve her wiha çendîn milyon Ereb mirin dengê te kesî derneket. Ev yek dide nîşan ku pirsgirêk Kurd, Tirk an jî Ereb nînin. Pirsgirêk mirovahiye. Mirovahî miriye.”(ÎLKHA)

 

 





















Bu haberler de ilginizi çekebilir