Li Mêrdînê jiyan sekinî
Ji ber berfa ku ev bû du roj dibare li Mêrdînê jiyan gihaşte asta sekinînê.Nexasim di warê trafîkê de zehmetî û pirsgirêk pêk hatin.
Berfa ku ev bû du roj li Artukluya Mêrdînê dibare li heyatê tesîreke neyînî kir.Ji ber berfa ku dibare Walîtîya Mêrdînê destnîşan kir heta ku mecbûr nemîne tu kes bila dernekeve trafîkê.
Ji rexekî ve zehmetî hatin kişandin ji rexê din ve jî qeza pêk hatin. Li bajêr berfa ku dibare tê paqijkirin û her wiha kesên Mêrdînî dikarin ji nimreyên Navenda Qeyranê yên 122 û 212609an bi Walîtîya Mêrdînê têkevin îrtîbatê.
Ji ber îxtîmala derketina bûyeran û qezayan ekîbên UMKE û AFADê hazir tên sekinandin.
Zarok kêfa berfê derdixin
Ji ber barîna berfê li bajêr mekteb hatin tatîlkirin. Tatîlbûna mekteban kêrî zarokan hat.Zarokên ku derketin derve kêfa berfê derxistin û ji xwe re lîstin.Hinek zarok xwe şemitandin û hinek jî bi berfê lîstin.Hewa her çiqas sar bû jî zarokan ji ber barîna berfê kêfxweşîyên xwe anîn ziman.(ÎLKHA)