Li Cizîrê polêsek mir û 5 esker jî birîndar bûn
Di pevçûnên ku di wextên êvarî li Cizîra Şernexê derketin de polêsek jiyana xwe ji dest da û 5 esker jî birîndar bûn.
Li Cizîra navçeya Şernexa ku hêj qedexeya derketina berdewam dike geh geh pevçûnên tund pêk tên.Di pevçûnên ku duh li Taxa Cûdîyê pêk hatin de polêsek jiyana xwe ji dest da û 5 esker jî birîndar bûn.
Her wiha di pevçûnên ku li taxê pêk hatin de şexsekî bi navê Şikrî Duymak(42) jî giran birîndar bû.
Polêsên ku di pevçûnan de birîndar bûbûn bi ambûlansan rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)