• DOLAR 32.556
  • EURO 35.001
  • ALTIN 2448.464
  • ...
Rewşa malbatên Sûrî hinava mirov dişewitîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şerê ku di 2011an de li Sûrî dest pê kir, bû sedema qetil kirina bi hezaran kesan. Xeynî vê yekê bi hezaran kes jî wek penaber koçî welatên din kirin. Ji ber şerê navxweyî penaberên Sûrî yên ku li Amedê sitirîne rewşa xwe ya ku tê de ne anîn ziman. Digel astengiyên cûr bi cûr malbatên ku hewl didin xwe li jiyanê bigirin, pirsgirêk û astengiyên xwe ji Ajansa Nûçeyan a Îlkê (ÎLKHA) re anîn ziman.

Fatma Seka Gazala ehlê Sûrî diyar kir ku mala wan bû hedefa bombeyên warîlan û tûndîtiya şerê zêde bû. Ji ber vê yekê ew hatin Tirkîyê.

Gazal, diyar kir ku berê li bajarê Helepê ya Sûrî dijîyan û salek û nîv e ku hatine Amedê. Gazal dûvre axavtina xwe wiha domand: “Dema ku em li Helepê bûn bombeyên warîlan diavêtên ser me. Di wê demê de mêrê min dihat li Tirkîyê dixebitî. Em jî li Sûrî bûn. Mêrê min geh geh dihat Sûrî û ji me re pere dianî. Dema ku şer li Sûrî zêdetir bû em hatin Tirkîyê.”

“Ji ber mexdûrtîya me lawê min ê herî biçûk jî dixebite”

Gazal diyar kir ku debar kirina li Tirkîyê pir zehmet e. Her wiha Gazal diyar kir ku dema ew li Helepê bûn lawê wî diçû dibistanê. Lê dema ku hatin Tirkiyê ji ber astengiya aboriyê lawê wê  mecbûr ma ku bixebite.

 Gazal destnîşan kir piştî ku lawê wê dest bi kar kir lingê xwe yê çepê xist ber makînê. Dûvre lingê wî birîn. Dema ku xwedîyê kargehê mesrefên nexweşxaneyê jî neda rewşa me ya aborî xirabtir bû. Ji ber ku sîgorteya lawê min tinebû me zehmetî kişand. Her wiha serkarê lawê min mesrefê nexweşxaneyê neda. Ji ber ku em di kirê de ne ez mecbûr dimînim ku lawê xwe bidim xebatê. Di vî emrî de pêwîst e ku lawê min biçe dibistanê; lê mixabin diçe di firinê de dixebite. Ji ber ku kirayê mala me zêdeye em nikarin kirê xwe bidin. Em bes ji bo kirê ji xêrxwazan dixwazin ku di derbarê dayîna kirê de alîkariya me bikin.”

  “Li Sûrî ne mal ne jî xizmên me man”

Gazal diyar kir dema ku ew nû hatibûn Tirkîyê xêrxwazan gelek alîkariyê wan dikirin. Lê niha wek berê alîkariyê wan nakin.

Her wiha Gazal diyar kir ku hemû xizmên wan hatine Tirkîyê. Dûvre Gazal wiha axavtina xwe domand: “Li Sûrî ne mal ne jî xizmên me man. Daxwazîya min bes ew e ku alîkariyê lawê min yê ku lingê wî hatiye birîn bikin û mûçeya serwîsa zarokê min bidin.”

Ahmet Gazalê ku ji ber qezaya xebatê berî vê mehekî lingê wî hatibû  birîn diyar kir ku xeynî malbata wî tu kesê wî tune.

“Em li Tirkiyê dixebitin lê ewlehîya tendirûstîya me tune”

Ahmet Gazal diyar kir piştî ku ew hat Tirkiyê dev ji dibistanê berdaye û mecbûr maye ku bixebite. Ahmet Gazal wiha axavtina xwe domand: “Min karek dît. Ez 10 roj xebitîm. Lingê min ket ber makînê û dûvre lingê min hat birîn. Di vê dinyayê de xeynî Xwedê Teala û bavê min tu kesê min tune. Ji ber ku bavê min him kirêya me him jî yê bapîrê min dide pêwîst e ku ez jî bixebitim. Em li Tirkiyê dixebitin lê ewlehîya tendirustîya me tune. Mînak dera ku ez dixebitîm lingê min hat birîn. Lê ne serkarê min ne jî  tu kes  alîkariya min nekir. Ji ber vê yekê min giliya wan kir. Ji min rapor xwestin. Ez çûm da  ku rapor bistînim. Rapor jî nedan min.”

“Ji ber ku pere tune ez bidim serwîsê ez nikarim biçim dibistanê”

Nureddîn Gazalê 10 salî jî diyar kir ku li Sûrî dibistana wan xirab bûye. Nûreddîn wiha axivî: “Ez diçim pola yekem. Li Sûrî dibistana me xirab kirin. Ez dixwazim ku li vir biçim dibistanê lê dibistan pir dûr e. Ji ber ku pere tune em bidin serwîsa dibistanê ez nikarim biçim dibistanê.”

 “Ji ber ku bîmeya me tune tu maf nadin me”

Ji penaberan Huseyîn Halîl jî diyar kir ku ew 2 sal berê hatine Tirkîyê û bal kişand ku derfetên xebatê ya li Tirkîyê pir zehmet e. Dûvre Halîl wiha axivî: “Ez di înşatê de dixebitîm. Rojek dema ku min bi asansorê melzeme dikişand jorê lingê min şemitî, ez ji asansorê ketim. Dest û lingê min şikestin. Tu kes min nebir nexweşxanê. Ji ber ku bîma me tune tu maf nadin me. Bes ez ne hemû Sûrîyeyiyên li vir bê sîgorte û bîme dixebitin. Ez li Sûrî di heman karî de dixebitîm, lê bîma min hebû. Me beramberî keda xwe distand. Lê mixabin rewş li vir wisa nîne.”

“Li ser me 24 saet balafirên şer difirîn”

Şemse Hasana ku mêrê wê di zindanên Sûrî de di bin îşkenceyan de hat qetil kirin bi şiklekî kelegirî wiha diyar kir: “Ez û mêrê min em li Sûrî bi hev re çûn Asrîfê. Li Asrîfê eskerên Esed gotin mêrê min tu ji Helebêyî. Li vir tu çi dikî dûvre wî birin avêtin zindanê. Li zindanê piştî 2 mehan ji me re xeber şandin gotin ew miriye. Li ser me 24 saet balafirên şer difirîn. Li vir jî dema ku balafir difirin zarokên min ditirsin direvin hûndir û xwe vedişêrin. Ji ber şerê Sûrî ez hatim Tirkîyê. 5 zarokên min hene. Dema ku ez nû hatim vir ez di hewayê sar de bi zarê xwe re derve razam. Dûvre xêrxwazek ji me re ev mal peyda kir û em hatin vir. Em li vir di bin şertên pir zehmet de dijîn.”

“Welatê her kesî jê re xweş e, me bêriya Sûrî kiriye”

Hasan diyar kir ku her xizmekê wê çûye derekî. Hasan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Edî tu kesê me nema. Li Tirkîyê jî naskiriyê min tune. Ez 4 zarokên xwe dişînim dibistanê. Kirêya me zehf zêdeye. Dema ku ez mesrefên zarê xwe didim, pere ji bo kirê namîne. Ji ber vê yekê ez jî berê kirêya xwe didim. Mesrefên dibistanê dihêlim. War û welatê her kesî jê re xweş e. Me pir bêrîya Sûrî kiriye. Xwezî şer tunebûya. Em li vir gelek zehmetî û astengî dikêşin. Ez dixwazim ku rêvebir alîkariya min bikin.”

 Halîye Abdullaha ku di şerê Sûrî de lawê wê hat qetilkirin diyar kir ku warêla bombeyan li ber mala wan teqiyaye. Ji ber vê yekê lawê wê yê 32 salî û bi hevalê xwe ve mirin.

“2 qîzê min li Helebê ne yek jî li Lubnanê ye”

Abdullah wiha destnîşan kir: “Piştî şehadeta lawê min me tu tişt bi xwe re naanî. Em hatin sînorê Tirkîyê. Ez û lawê xwe em revîn sînora Tirkîyê. Malê ku niha em bi kartînin xêrxwazan dan me. Xwedê ji wan razî bibe. Lawê min li vir di merengozê de dixebite. Ez jî li cem wî dimînim. Em li Sûrî pir ditirsîyan. Her tim dengê çek û bombeyan dihat. Ji ber vê yekê em pir ditirsiyan. Xizmên me di şer de mirin. Mêrê min 4 sal berîya şerê ji pençeşêra kezebê mir. Ez jî çûm cem lawê xwe yê mezin.  2 qîzê min li Helebê ne yek jî li Lubnanê ye. Min pir bêriya wan kiriye.”

Muhemmed Zînoya Helebî jî 3 sal e ku li Tirkîyê ye.

“Li Tirkîyê em beramberê keda xwe nastînin”

 Zîno rewşa xwe wiha diyar kir: “Li Tirkîyê her tişt gelek behaye. Ji ber vê yekê ez nikarim bi 4 zarokên xwe ve aboriya xwe temîn bikim. Zivistanê hewcedarî zêdetir dibin. Ez dixebitim lê hemberîya keda xwe nastînim. Heq û mafên me dixwin. Li Tirkîyê em beramberî keda xwe nastînin. Li Tirkîyê ji bo zarokên me dibistan hat vekirin. Lê ji ber tengasiya aboriyê ez nikarim zarokên xwe bişînim dibistanê.”

Malbata Îsmaîl yê ku ji Himûsê hatiye û zarokên wê astengdarin diyar kir ku li Tirkîyê temîn kirina aborî gelek zehmet e.

Reîsê malbatê Fadlullah Mustafa Îsmaîl diyar kir ji ber ku tûndiya şerê Sûrî zêdebû ew hatin Tirkîyê. Her wiha Îsmaîl diyar kir ji ber ku zarokê wî astengdar in ji aliyê aborî ve bandordar dibin.

 “Em mabûn di nabeyna du agiran de”

Îsmaîl diyar kir ku beriya malbata xwe hatiye Tirkîyê dûvre wiha axavtina xwe domand: “Li Sûrî ji ber ku bombebaranî zêde bû em man di nabeyna du agiran de .  Ji ber vê yekê em revîn. Dema ku em ji Himûsê hatin li Himûsê nêzê 800 hezar kesan însan miribûn. Birîndar jî ji welêt revîn.”

Dê Meysa Îhya Îsmaîl jî ji bo lawê xwe yê astengdar ji rêvebiran alîkarî xwest. Îhya Îsmaîl wiha pêde çû: “Lawê minê Cîhad astengdar e. Nikare birêve biçe. Ji bo ku ez mehane  ji lawê xwe re girê bidim min hewl da ku ez jê re rapor derxim. Lê gelek asteng derketin hemberê min. Di derbarê zimên de min gelek zehmetî kişand. Ji bo raporê ji min 700 lîre pere xwestin. Her çiqas deynê min hebûn jî min wî pere da lê ev hewl hemû beredayî çû.” (îlkha)

 





















Bu haberler de ilginizi çekebilir