Li Cizîrê anonsa valakirina Taxa Yafesî
Li navçeya Cizîra Şernexê şer didome. Ji ber vê yek bi anonsan hat xwestin ku xelkê siwîl taxê vala bikin. Her wiha PKKyîyan dûbare dibistanek şewitandin.
Bi beşdarbûna leşkeran ve operasyonên li taxên Cûdî u Yafesî bi şiklekî berfireh didome. Li navçeyê geh geh dengê teqînan tê. Her wiha hat zanîn ku ji wesayîtên bi zirx anons hat kirin da ku xelkê navçeyê heta 16.00an navçeyê vala bike.
Di operasyonên ku heta niha didome de teqemeniyên ku hatine bicî kirin tên înfilaq kirin û dê esker bikevin nav kolalan. Ji ber ku gel ziraran nebine anons hat kirin da ku zirar nebinin.
Di taxên Yafes û Cûdî de anonsek din hat kirin. Di anonsê de hat diyarkirin ku hinek PKKyî çekên xwe berdane û revîne. Ji ber vê yekê hat xwestin ku ev yek ji qereqolê re were gotin.
Her wiha hat destnîşan kirin ku Amadehiya Tenduristiya Anatola Rehşa ya Teybet ji teref PKKyîyan ve hat şewitandin. (ÎLKHA)