Di bûyerên ku li Nisêbînê qewimîn de kesek mir, yek jî birîndar bû
Li Nisêbînê bûyer qewimîn. Di encama şerê de kesek mir yek jî birîndar bû.
Li Nisêbînê hêj jî qedexeya derketina derve didome. Doh di derdora êvarê de bûyer derket. Polêsan pêşiya bûyeran girtin. Ji ber vê yekê şexsek jiyana xwe ji dest da yek jî birîndar bû.
Gor agahiyên hatine bidestxistin parlementerên HDPê li 4 taxên ku qedexeya derketina derve didome de meş li dar xistin. Dûvre bûyer qewimîn. Ji ber vê yekê polêsan bi gaza îsotê midaxaleyî meşê kirin.
Piştî midaxaleya bi gaza îsotê ji taxê dengê çekan hat. Di bûyeran de kesek giran bi tevahî 2 kes birîndar bûn. Îbrahîm Bulca (12) û Huseyîn Ahmet (22) birîndar bûn. Dûvre van kesan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.
Di nexweşxaneyê de digel midaxaleyan Huseyîn Ahmedê ku ehlê Sûrîyeyî ye jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin termê Huseyîn Ahmedî rakirin mirîxanê. Tedawiya Îbrahîm Bulca jî didome.(ÎLKHA)