• DOLAR 32.554
  • EURO 34.949
  • ALTIN 2444.693
  • ...
Li Amedê teqîn: 3 polês jiyana xwe ji dest da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li ser rêbeja Diyarbekir-Farqînê di dema derbasbûna wesayîtên  bi zirx teqîn çêbû. Di encama teqîna mayîna ku ji teref PKKyîyan ve hatibû bicîkirin de 3 polês jiyana xwe ji dest dan. 2 polês jî birîndar bûn. Bûyer, li nêzê gûndê Oguzlarê di saet 15.30an de qewimî.

PKKyîyan teqemenîyê di bin rêbejê de bi cî kirin. Dema ku wesayîta polêsan a bi zirx derbas bûn teqemenî bi qumendeyê hat teqandin. Di encama teqînê de 5 polês birîndar bûn. Polêsên birîndar bi ambulansan rakirin Faqulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê. Lê digel midaxaleyan 3 polês jiyana xwe ji dest dan. Tedawî kirina 2 polêsê birîndar didome.

Hat zanîn ku gelek ambulans sewqî ciyê bûyerê kirine.(ÎLKHA)

 











Bu haberler de ilginizi çekebilir