Yetîm-Der, alîkariya malbatên feqîr kir
Yetîm-Dera ku kar û barên xwe li Amedê bire ve dibe li 100 malbatên feqîr erzaq belav kir.
Yetîm-Dera ku endamê Platforma Alîkariyê ya Karwana Ûmûdê ye di bergeha ‘Tu jî sêwîyekî têr bike’ de li 100 malbatên nîyazmend re zexîre belav kir.
Zexîreyên ku xêrxwazan şandibûn Komeleya Yetîm-Derê, ji teref endamên komeleyê ve li malbatên feqîr ên ku li navçeyên Baglar, Yenîşehîr, Kayapinar û gundê Cewzê ya girêdayê navçeya Henê ye hat belavkirin.
Serokê Giştî yê Yetîm-Derê Orhan Zeren di derbarê alîkariyên ku hatine kirin de daxuyanî da. Dûvre axavtina xwe wiha domand: “Wek Yetîm-Der em di naveyna malbatên feqîr de dibin wek pir. Alîkarêyên ku xêrxwaz ji me re şandine me jî li malbatên nîyazmend belav kirin. Ji ber ku li navçeya Sûrê e qedexeya derketina derve heye, me nekarî zexîre ji malbatên feqîr ya Sûrê re bişînin. Înşaellah em dê hertim di naveyna malbatên feqîr de bibin wek pir.”(ÎLKHA)