• DOLAR 32.569
  • EURO 34.927
  • ALTIN 2440.517
  • ...
Li Êlihê 5 penagehên PKKê hatin îmhakirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin ku di sînora heremên navçeyên Hezo û Qabîlcewzê de operasyon hat lidarxistin. Di encama operasyonê de 5 penagehên PKKyîyan hatin îmhakirin. Her wiha hat diyar kirin ku di van penagehan de gelek teqemenî hat bidestxistin.

Ji teref Walîtîya Êlihê ve daxuyanî hat dayîn. Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku di sînora heremên  navçeyên Hezo û Qabîlcewzê de operasyon hat lidarxistin. Di encama operasyonê de 5 penagehên PKKyîyan hatin îmhakirin.

Her wiha di daxuyanîyê de hat diyar kirin kesekî ku alîkarîyê PKK dikir li gundê Kelhasanê li gundoka Sînemergî  hat girtin û di domahîya operasyonên ku li herêmê hatin lidarxistin de 5 depo û penageh hatin tespîtkirin. Dûvre li van penagehan lêgerîn hat kirin. Di encama lêgerînê de gelek delîlên rêxistinî, teqemenî, xurek û cil û berg hatin bidestxistin.

Erzaqên ku hatin dîtin ji teref Serdozgerîya Komarî ya Qabilcewzê ve li ciyê bûyerê  hatin îmhakirin û hat ragihandin ku 5 penagehên PKKyîyan jî hatin îmhakirin. Her wiha hat ragihandin ji bo ku PKKyî werin girtin li herêmê operasyon hatîye destpêkirin. (ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir