Li Nisêbînê pevçûn: Mirîyek
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê Hakan Doganê ku ji ber pevçûnan giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da.
Hêj qedexeya derketina derve li Taxên Firat, Dîcle, Yenîşehîr û Abdulkadîr Paşaya Nisêbînê berdewam dikin.Ji rexê din ve operasyonên ku polêsan dabûn destpêkirin li navçê berdewam dikin.
Li navçê nexasim li Taxa Abdulkadîr Paşayê pevçûn diqewimin. Li gor agahîyan di pevçûnên ku li Taxa Abdulqadîr Paşayê derketin de Hakan Dogan(15) birîndar bû. Hakan Doganê ku di pevçûnan de birîndar bûbû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Dogan li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.(ÎLKHA)