• DOLAR 32.979
  • EURO 35.342
  • ALTIN 2456.4
  • ...
Li Dêrikê qedexeya derketina derve hat rakirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Dêrika Mêrdînê 8 roj bû ku qedexeya derketina derve hatibû îlan kirin, hat ragihandin ku ev qedexe îro hatiye rakirin.

Qeymeqamtîya Dêrîkê destnîşan kir qedexeya derketine derve yê ku roja çarşema borî  ji ber vekirina xendeqan hatîbû îlankirin îro di saet 13.00an de hat rakirin.

Ji teref qeymerqamtiya Dêrikê ve daxûyanî hat belav kirin di daxuyanîyê de hat diyar kirin ku ji ber bûyerên ku di navçeyê de qewimî bû û  ji bo ewlehiya  mal û canên gel di 27ê mijdara 2015an de roja îne qedexeya derketina devre ya li navçeya Dêrikê hatibû îlan kirin.

Di domahiya daxuyaniyê de hat diyar kirin ku qedexeya di navçeya Dêrikê de 3yê berfanbara 2015an roja pêncşemê ji saet 13.00an paş hat rakirin. 

8 roj berê roja çarşemê ji teref qeymeqemtiya Dêrikê ve qedexeya derketina derve hatibû îlankirin. (İLKHA)


 

Bu haberler de ilginizi çekebilir