Rûsya: Dibe ku projeyên girîng ên di navbera Tirkîye û Rûsyayê de werin betalkirin
Serokwezîrê Rûsyayê Dmîtrîy Medvedev destnîşan kir dibe ku projeyên hevkar ên di navbera Tirkîye û Rûsyayê de werin betalkirin.
Piştî ku balafira şer a Rûsyayê ya ku sînorê îxlal kir hat daxistin re rageşî hêj berdewam dikin. Piştî daxistina balafira Rûsyayê Serokwezîrê Rûsyayê Dmîtrîy Medvedev destnîşan kir îxtîmal e projeyên hevkar ên Tirkîye û Rûsyayê werin betalkirin.
Medvedev di derbarê daxistina balafira şer a Rûsyayê de axivî û destnîşan kir ew ê ev yek bibe sedema tiştên girîng. Medmedev di axavtina xwe de destnîşan kir ji ber daxistina balafirê ew ê têkilîyên Rûsya û NATOyê têkevin xeterê û bi vê daxistina balafira şer Tirkîyê eşkere kir ku ew milîtanên DAIŞê diparêze. Her wiha ji ber vê yekê ew ê temamên têkilîyên Rûsya û Tirkîyeyê zirarê bibînin.(ÎLKHA)