• DOLAR 32.459
  • EURO 34.767
  • ALTIN 2439.89
  • ...
Lavrov Türkiye ziyaretini iptal etti
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin ku li navçeya Ercîşa Wanê li Taxa Kocapinarê  serwîsa dibistanekê û qamyonet li hev qelibîn. Di encama qelibînê de 10 xwendekar birîndar bûn.  Hat zanîn ku xwendevanan rakirine nexweşxanê û rewşa wan baş e.

Li  gor xeberên di nav dest de qeza di derdora sibe de li Taxa Kocapinarê qewimî. Serwîsa ku qeza kirîye xwendevanên  dibistana Melîke Akmanê dibir û tanî. Hat zanîn ku serwîs û qamyonet li ser rêya Kocapinarê li hev ketin.

Xwendevanên ku di qezayê de birîndar bûbûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Ercîşê. Her wiha hat ragihandin ku rewşa xwendekaran baş e û di derbarê qezayê de tehqîqat hatiye dest pê kirin.(ÎLKHA)

 


 

Bu haberler de ilginizi çekebilir