Lavrov Türkiye ziyaretini iptal etti
Rusya Dışişleri Bakanı Sergey Lavrov`un Türkiye ziyaretini iptal ettiği bildirildi.
Hat ragihandin ku li navçeya Ercîşa Wanê li Taxa Kocapinarê serwîsa dibistanekê û qamyonet li hev qelibîn. Di encama qelibînê de 10 xwendekar birîndar bûn. Hat zanîn ku xwendevanan rakirine nexweşxanê û rewşa wan baş e.
Li gor xeberên di nav dest de qeza di derdora sibe de li Taxa Kocapinarê qewimî. Serwîsa ku qeza kirîye xwendevanên dibistana Melîke Akmanê dibir û tanî. Hat zanîn ku serwîs û qamyonet li ser rêya Kocapinarê li hev ketin.
Xwendevanên ku di qezayê de birîndar bûbûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Ercîşê. Her wiha hat ragihandin ku rewşa xwendekaran baş e û di derbarê qezayê de tehqîqat hatiye dest pê kirin.(ÎLKHA)