• DOLAR 32.553
  • EURO 34.963
  • ALTIN 2444.305
  • ...
HUDA PAR piştgirî da doza 'Yasîn Boru'
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokatîya Bajêr a Stenbolê yê HUDA PARê destnîşan kir ew ê beşdarî doza Yasîn Boru û hevalên wî bibin. Her wek ku tê zanîn doza Yasîn Boru û hevalên wî wê di 25ê Mijdarê de li 2yemîn Mehkemeya Cezaya Giran a Enqereyê bê dîtin.

Di derbarê mijarê de Serokê Bajêr a Stenbolê yê HUDA PARê Erdal Elîbuyuk daxuyanîyek da. Elîbuyuk di daxuyanîya ku da de destnîşan kir ew ê ji bona kesên ku dixwazin ji Stenbolê beşdarî dozê bibin re wesayîtan temîn bikin û ew ê kesên ku dixwazin werin bibin Enqereyê.

Elîbûyûk di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir êw ê bibin şopînêrên dozê û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li gelek cihên Tirkîyê teşkîlatên me xebatên xwe yên di vî warî de didomîn da ku kesên ku dixwazin beşdarî dozê bibin re wesayîtan temîn bikin. Em ê jî digel qonvoyeke mezin biçin Enqerê. Wesayîtên me wê di şeva 24ê mijdarê di seta 24.00an de ji ber Serokatîya me hereket bikin. Em li benda wan kesên ku dixwazin bibin şopînêrên dozê ne.”

Elîbûyûk di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir qetlîama ku di 6 û 7ê Cotmehê de pêk hatibû bûbû înfîaleke mezin û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Em dixwazin ew kesên ku vê wehşetê kirine bi şiklekî tund werin cezakirin. A herî muhîm jî em dixwazin ew kesên ku ji derketina van bûyeran bûne sebeb werin darizandin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir