Dîroka Îmtîhana Sîyerê hat daxuyandin
Platforma Evîndarên Pêxember destnîşan kir Îmtîhana Sîyerê ya Wîladeta Pîroz a 2016an wê îsal di 01ê çilêya 2016an de bê kirin
Berdevkê Platforma Evîndarên Pêxember Adnan Akgun di derbarê mijarê de destnîşan kir ew wek Platforma Evîndarên Pêxember îmtîhana sîyerê her sal dikin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji kirina vê îmtîhana sîyerê armanca me fêmkirin û xwendina heyata Pêxemberê me ye.”
Akgonul di derbarê dîroka serîlêdanên îmtîhanê û di derbarê girîngîya îmtîhanê de wiha axivî: “ Dîrokên serîlêdanê yên îmtîhanê 01ê kanûna 2015an dest pê dike û heta 22ê çilêya 2016an wê berdewam bike. Îmtîhana Sîyerê ya Wîladeta Pîroz îsal di 01ê çilêya 2016an de bê kirin. Kesên ku di encama îmtîhanê de serfiraz bibin em ê wan bibin umrê.”
Kitêbên Çavkanî:
Akgonul kitêbên çavkanî yên ji bona îmtîhanê wiha bi rêz kir:
Ji bona kategorîya yekem: Fikhu’s Sîyre(Prof. Dr. Munîr Muhammed Gadban)
Ji bona kategorîya duyemîn: Sevgîlî Peygamberîmîzîn Hayati(Sedat Şeran)
Ji bona kategorîya sêyemîn: Sevgîlî Peygamberîmîz(Bîlal Yararli)
Akgonul di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ji her sê kategorîyan jî ew ê ji kesên ku di îmtîhanê de serfiraz bibin re xelat û hedîyeyên cûrbecûr bên dayîn û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Kesên ku bixwazin di derheqê îmtîhana sîyerê ya ku wê bê kirin de zêdetir agahîyan hîn bibin dikarin malpera me www.peygambersevdalilari.comê ziyaret bikin.”(ÎLKHA)