• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Piştî qedexeya derketina derve rewşa Farqînê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qedexeya derketina derve ya ku ev bû 12 roj li Taxên Tekel, Mescîd û Konaka Farqînê berdevam dikir bi dawî bû. Piştî ku qedexe hat rakirin xelkê ku vegerîyan malên xwe rasta dîmenên şer hatin.

Xelkê ku ji ber pevçûnan malên xwe terk kiribûn piştî ku qedexe rabû vegerîyan malên xwe. Xelk dema ku vegerîyan malên xwe dîtin ku derîyên malên wan hatine şikandin û alavên wan ên bi qedr û qiymet hatine dizîn. Niştecîhên taxê dema ku rewşa malên xwe dîtin ji rewşê re îsyan kirin.

Pîreka ku nedixwest xwe nîşanî kamerayan bide û ditirsîya di derbarê rewşê de wiha axavt: “Ev bû 20 sal ku min ewladên xwe yetîm mezin kir. Zarokên min bi salan bi kêdên xwe xebitîn û bi wan pereyan ji xwe re mal çêkirin. Hûn jî bi çavên xwe dibînin ku kesên hov mala me talan kirine. Li vê dinyayê ez nikarim wan; lê belê li dinyaya din wê her du destên min di pêsîra wan de bê.”

Kesekî din ên ku nedixwest navê xwe bide wiha got: “Bi salan e ku ez li vê taxê dijîm. Tu zirara min negihaşte tu kesî. Hûn jî halê vê taxê dibînin. Qaşo maf û heqên kurdan diparêzin. Gelo parastina kurdan şelandina malên wan e? Parastina kurdan şewitandina malên wan e? Ez wan kesên ku vê zilmê kirine hewaleyî Xwedê dikim.”

Ji alîyê din vê dikandar û xwedîyê xanîyan destnîşan kirin di dema qedexeya derketina derve de li Taxên Tekel, Mescîd û Konakê gelekî bûyerên dizîyê pêk hatine (ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir