Li navçeya Dîcleya Amedê derketina derve hat qedexekirin
Hat ragihandin ku li hinek taxên navçeya Dîcleyê qedexeya derketina derve hatîye îlankirin.
Hat diyarkirin ku li hinek taxên Dîcleyê ji saet 05.00an vir ve heta destûreke din qedexeya derketina derve hatîye îlankirin.
Ji teref Walîtîya Diyarbekirê ve di derbarê mijarê de daxuyanîyek hat dayîn. Di daxûyanîyê de hat dîyarkirin ku dê li navçeya Dîcleyê li herêmên çîyayî û daristanî yên bakûrê Dîcleyê, taxên Kurşunlu, Kirkpinar û herêmên di nabeyna Taxa Kayaş û Gorusedagi Tepe de operasyon wê bê lidarxistin.
Di domahîya daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo ewlehîya mal û canê gel, li hinek taxên bi navê Çayustu, Bugazkoy, Kurşunlu, Hopan Bagi, Habura, Baltaci, Uliçeşîne, Yukariacar, Yenîkoy, Bahçecîk, Gelîncîk, Harluk, Kormîk, Sakli. Layayran, Kupetaşi, Vang Komlari, Kayaş, Kirkpinar, Taşagil, Yokuşlu û Borulukê derketina derve hatîye qedexekirin.(ÎLKHA)