Li Sêrtê 3 heremên ewlehîyê yên taybet hat îlankirin
Li hinek navçeyên Sêrtê 3 heremên ewlehîyê yên taybet hatin îlankirin
Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Sêrtê ve hat dayîn de hat îlankirin ku li navçeyên Erûh û Perwarî bi tevahî 3 cî wek heremên ewlehîyê yên taybet hatin îlankirin. Hat ragihandin ku îlana ku ji bona 3 heremên ku wek heremên ewlehîyê hatine îlankirin ji 6ê mijdarê dest pê dike û heta 20ê mijdarê wê berdewam bike.
Di daxuyanîya ku ji teref walîtîyê ve hatîye dayîn de navên cihên ku wek heremên ewlehîyê yên taybet hatine îlankirin wiha hatin rêzkirin: Herêma Yassîdag(Cirav)Erûhê , nabeyna Taxa Akmeşe-Gira Golgelîçeşme, Herêma Çîyayê Şeyhomer, nabeyna qereqolên Kopruçay-Doganca-Îgnelî-Dogana navçeya Perwarî.(ÎLKHA)