Li Farqînê pevçûnên tund pêk tên
Li Farqîna ku qedexeya derve hatibû îlankirin operasyonên ku duh li dijî PKKê hatibûn destpêkirin îro jî berdewam dikin.
Piştî ku li sê taxên Farqînê derketina derve hat qedexekirin re operasyonên ku hatibûn destpêkirin hê jî didomin. Di navbera PKKyîyên ku hendek kolabûn û barîkatan danîbûn û polêsan de pevçûnên bi şiddet didomin.
Her weke ku tê zanîn ji bona hendekên ku li Taxên Konak, Mescîd û Tekela Farqînê hatibûn vekirin wein girtin duh ji seat 05.00an vir derketina derve hatibû qedexekirin. Piştî qedexeya ku hatibû daxuyandin re operasyon hatibûn destpêkirin. Di operasyonên ku hatibûn destpêkirin de di navbera kesên PKKyî û polêsan de pevçûnên tund pêk tên. Di pêvçûnên ku duh pêk hatibûn de hat îddîakirin şexsekî ku PKKyî ye miribû.
Hat diyarkirin li Taxên Tekel, Mescît û Konakê ev bû 2 heftî ku kesên PKKyî rêyan dibirin û hendekan dikolin. Her wiha hat dîtin li taxên ku navên wan hatine diyarkirin xelk malên xwe terk dikin.(ÎLKHA)