• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Kekê rojnamegerê Sûrî yê ku hat kuştin jî tê tehdîdkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Midûrê Weşanê Giştî ya Rojnameya Ayn El Vatanê Ahmet Abdulkadir di derbarê qetilkirina birayê xwe û hevalê wî de  ji ÎLKHAyê re axivî.

Abdulkadîr di derbarê mijarê de destnîşan kir ew dixwaze ji vî tiştî temamên însana haydar bike wiha li axavtina xwe zêde kir: “Birayê min ji teref sê kesên ve hat qetilkirin. Kesê ku birayê min kuştîye jî eslê xwe Sûriyeyî ye û navê wî jî Tlas Sror e. Sror endamekî DAIŞê ye. Ev şexs li ser malperekî anî ziman ku wî birayê min kuştîye.”

Abdulkadîr tiştên ku wê şeve pêk hatine bi vî awayî anî ziman : “Jixwe ev bû nêzî du salan ku DAIŞ me tehdîd dikir. DAIŞ berî vê çendakî kesê bi navê Tlas Sror ji Raqqaya Sûrî bi şiklekî mexfîyane şandîye Tirkîyê.Tlas hatîye Rihayê û bi şiklekî birayê min dîtîye û jê re gotîye jê gelekî hez dike. Û bi vî awayî pê re bûye heval. Ev hevaltî nêzî meh û nîvê berdewam kiriye. Lê niyeta wî ya esl kuştina birayê min û hevalê wî bû. Tlas şevekî ji bo xwarinê gazî birayê min û hevalê wî dike. Kekê min û hevalê wî diçin nanê xwe dixwin. Piştî ku nanê xwe dixwin, Tlas çend şexsan dixe hundur û bi hevdu re birayê min û hevalê wî bi şiklekî wehşîyane qetil dikin.”

Abdulkadîr destnîşan kir birayê wî berî vê du salan dema ku kameravantîyê li Raqqayê dike ji DAIŞê re êsîr ketîye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Birayê min gelek îşkenceyên mezin dît û pişt re jî hat serbestberdan . Piştî ku hat serbestberdan hate Tirkîyeyê. Dema ku vegera Tirkîyê di rojnameya ku dixebitî de xeletîyên ku DAIŞê kirine nivîsand . Ji be vê yekê jî her tim ji teref DAIŞê ve dihat tehdîdkirin.  Ew kesê ku birayê min qetil kir bi heman awayî ji min re peyamên tehdîdan dişîne. Ez ê ji ewlekarîyê alîkarîyê teleb bikim.”

Abdulkadîr di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir canên ku çûne cardin nayên, bila şer û mirin bi dawî bibin.(ÎLKHA)

 







Bu haberler de ilginizi çekebilir