Mîroglu: Êdî di pêvajoya çareserîyê de muxatabê me xelk e
Parlementerê Mêrdînê yê AK Partîyê Orhan Mîroglu di derbarê pêvajoya çareserîyê de destnîşan kir êdî muxatabê wan ne PKK ne jî HDP ye; muxatabê wan ji Edîrnê heta Hekkarîyê temamên xelkê ye.
Ji teref Serokatîya Bajêr a Mêrdînê ya AK Partîyê ve civînek hat lidarxistin . Serokê Bajêr ê AK Partîyê Mehmet Alî Dundar, Parlementer Orhan Mîroglu û Ceyda Bolunmez Çankiri û gelek kesên din beşdarî civînê bûn.
Di civînê de Orhan Mîroglu destnîşan kir muxtar û kesên ku ray dane wan ji teref hinek kesan ve di bin navê ‘Fermandarîya Wîlayeta Mêrdînê’ hatine tehdîdkirin.
Mîroglu di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir heger li heremê hilbijartineke adilane hatibana kirin ew ê zêdetir deng standibana û axavtina xwe di derbarê pêvajoya çareserîyê de wiha domand: “Wê pêvajoya çareserîyê bidome, lê muxatabên me êdî ne heman kesên berî vê 3 sala ne. Ew muxatabên me di bin eksena HDP û PKKê de bûn û HDP Û PKK vê muxatabbûnê îstîsmar kirin. Em cardin naxwazin bi îstîsmarê rûbirû bibin.Muxatabê me êdî temamê xelkê ye. Ji Edîrne bigire heta Hekkarî temamê xelkê ji îro pêve ji bona me muxatab e. Kurd, ereb û tirk tevde xelkek in. Hemû kesên ku hemwelatîyên vî welatî bin di pêvajoya çareserîyê de muxatab in. Pirsgirêka kurd tenê kurdan eleqedar nake. Ev mesele temamê hemwelatîyên Tirkîyê eleqedar dike.”(ÎLKHA)