• DOLAR 32.258
  • EURO 34.758
  • ALTIN 2401.248
  • ...
HDPyîyan li Xirabêripinê  provokatorî kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

HDPyîyan xwestin provokasyona ku li Xanikêya Hezexê kiribûn bi heman awayî li Xirabêripinê jî bikin.

Li Xirabêripinê di dema avêtina dengan de ji ber ku wezîfedarên sindoqan nehiştin ji kesên pîr û nexweş re alîkarî bê kirin   gundîyan ji rewşê re bertek nîşan dan.  Gundîyan her çi qas bi şiklekî pêjinkar hereket kiribin jî kesên HDPyî yên ku berpirsîyarê sindoqê bûn dev ji gotinên xwe yên provokatîf bernedan. Ev yek jî bû sedema nîqaşê.

Hat dîtin ku kesên HDPyî li ser hilbijêran zextan dikin. Xelkê gund ji ber ku bisebr û pêjinkar hereket kirin nîqaş bi dawî bû. Lê belê piştî nîqaşa ku bi dawî bûbû re kesên HDPyî yên ku li gund li ser sindoqan wezîfedar bûn gazî rayedarên partîyê kirin da ku werin gund.Kesên  HDPyî bi vî awayî hereketên xwe yên provokatîf domandin.

Piştî demekê Arîkarê Serokê Giştî yê Şaredarîya Hezexê Mehmet Can Nas û komeke nasnameyên wan nediyar  û xerîb in hatin gund. Yek jê zilam û 3 jê pîrek tev de çar kesên HDPyî  yên ku hatin gund  cardin xelkê gund bi gotinên xwe yên provokatîf tehrîk kirin.  Lê belê hat dîtin xelkê gund li dijî van hereketên provokatîf firsedê nedan wan.

 Her weke ku tê zanîn  provokasyonekî mîna vê, berîya hilbijartinên 7ê hezîranê jî dîsa li gundê Xanikêya Hezexê hatibû kirin. Di encama provokasyona ku hatibû kirin de Abducelîl Talayhanê ku bavê pênc zarokan bû û Mehmet Şerîf Şîmşekê ku bavê çar zarokan bû  hatibûn qetilkirin.(ÎLKHA)

 

 









Bu haberler de ilginizi çekebilir