Li Diyarbekirê di sergirtina DAIŞê de 8 kes ji teref mehkemê ve hatin tewqîfkirin
Ji 17 kesên ku li Diyarbekirê bi îddîaya DAIŞê hatibûn binçavkirin 8 kes ji teref mehkemê ve hatin girtin.
Her weke ku tê zanîn berî vê çend rojan li navçeya Kayapinara Diyarbekirê bi îddîaya DAIŞê di ser çend malan de hatibû girtin. Di sergirtinan de 17 kes hatibûn binçavkirin. 17 kesên ku hatibûn binçavkirin sewqî dadgehê kirin.
Ji 17 kesan, kesên bi navê N.T., M.Î.,M.D., Î.Ç., B.Y., V.O., O.T. û J.D. ji teref mehkemeya nobedar ve hatin tewqîfkirin û 9 kes jî hatin serbestberdan.
Weke ku tê zanîn di 26ê cotmehê de di wextên sibê de li Vîllayên Sûrkenta Taxa Huzurevlerîyê bi hinceta IŞÎDê li malekî operasyon hatibû kirin. Di operasyonê de 2 polês miribûn û 7 kesên ku ketibûn şer jî miribûn.(ÎLKHA)