• DOLAR 32.556
  • EURO 35.001
  • ALTIN 2448.464
  • ...
 "Divê di derheqê Rojhat Dogru de tehqîqet were destpêkirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji muxabîrê televîzyona Gelê Kurdistanê re di bernameyeke ku Walî û Serdozgerê Komarê yê Diyarbekirê beşdarî bûbûn de ji teref GGC ve xelata ‘Rojnamegerên Serfiraz ên Salê’ xelat hat dayîn. Ji dayîna vê xelatê re bertek hê jî didomin.

 Şaban Dalginê ku parêzerê Ridvan Ozdemîrê ku di bûyerên 6-7ê cotmehê de mexdûr bûbû  destnîşan kir ji kesekî ku di derheqê wî de gilîdar heye dayîna xelatê nayê qebûl kirin.

Dalgin, ji dayîna xelatê re  bertek nîşan da û di derbarê mijarê de wiha axivî: “Muwekkîlê min Ridvan Ozdemîr, di 7ê cotmeha 2014an de di bûyerên ku derket de birîndar bû û demeke dirêj li nexweşxanê ma. Muwekkîlê min di 16a cotmeha 2014an de îfade daye Midûrtîya Şaxa Mucadeleya bi Terorê û di îfadeya ku dabû de wiha destnîşan kiribû ‘ Di nava wan kesên ku êrîşî min kirin de kesekî bi navê Rojhat ê ku di destekî wî de sileh di destê din de kamera hebû jî hebû.’ Ji wê tarîxê heta niha di derheqê wan kesên ku di îfadeyê de navê wan hatine dayîn de tu muamele nehat kirin û tu doz di derheqê wan de nehat vekirin. Dayîna xelatê ji kesê ku di derheqê wî de gilîdar heye û beşdarbûna walî û serdozgerîyê li wê merasîma dayîna xelatê em xweş nabînin.”

Dalgin di berdewama axavtina xwe de xwest ku bila li ser wê îfadeya ku ji teref muwekkîlê wî ve di derheqê muhabîr de hatîye dayîn bisekinin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Muhabîr hê jî di rewşa gumanbar de ye; lê li hemberî  walî û serdozger xelatê distîne. Em vî tiştî qebûl nakin. Ev tişt ji bona walî û serdozger ne munasîb e.Lewra ew kesê ku di derheqê wî de gilîdarî heye hê jî nehatîye darizandin û hê jî bêsûcbûna wî nehatîye îsbatkirin.Em dixwazin bibêjin heger ew îfadeya ku muwekîlê min daye nexin muamelê, em ê cardin muracatî edalet û dadgeha bilind bikin.”

Ji mexdûrên bûyerên 6-7ê cotmehê Ridvan Ozdemîr, di îfadeya xwe ya ku di 16a cotmeha 2014an dabû emnîyetê de beyan kiribû ku muhabîrekî bi navê Rojhat Dogru di dema bûyeran de li ba kesên rûyên wan nixumandî bû û di destî wî de sileh dîtibû. Ridvan Ozdemîr her wiha di îfadeya xwe de destnîşan kiribû ku Rojhat Dogru bi wê silehê gule berdane.

Ozdemîr destnîşankiribû ku ew Rojhat Dogru ji fotografên ku li çapemenîyê derketibûn naskirîye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di  tarîxa 7ê cotmeha 2014an de piştî nimêja esrê ji bona îda hevalên xwe pîroz bikim ez ê çûbana cem hevalên xwe yên ku li derdora Koy-Derê dimînin. Dema ku ez di rê de dimeşîyam li ser rê rasta komekî ku rûyên wan nixumandî bû hatim. Di nava wê komê de şexsek hebû ku rûyê wî vekirîbû. Di destekî wî şexsî de sileh di destê wî din de jî kamera hebû. Rûyên 3-4 kesên ku li cem vî şexsî bûn rûyên wan nixûmandîbû û bi rexê Camîya Muhammedîyê ve gule berdidan. Ji ber ku gule îsabetî min kiribû ez birîndar bûm û nêzî du rojan li nexweşxanê mam. Piştî ku ez hatim li ser hişê xwe,  min li xeberan nihêrt. Min di xeberan dît ku fotografê muhabîrekî bi navê Rojhat hatîye weşandin. Şexsê ku  min behsa wî dikir yê ku di destekî wî de sileh di destê wî din de jî kamera hebû muhabîrê GKê Rojhat e. Min berî niha vî şexsî qet nedîtibû. Dema ku min wî di xebaran de dît wî nas kir. Ez ji muhabîrê GKê Rojhat û ji kesên ku ba wî bûn ji ber ku di bûyeran de bûne sebeb ku ez birîndar bibim gilîdar û dawekar im.”

Her weke ku tête zanîn di wan rojên borî de ji teref Cemîyeta Rojnamegerên a Başûrên Rojhilat ve merasîma xelatê ya bi navê ‘Rojnamegerên Serfiraz ên Salê’ hatibû tertîbkirin û Walîyê Diyarbekirê Huseyîn Aksoy, Serdozgerê Komarê ya Diyarbekirê Ramazan Solmaz, Seroka Şaredarîya Mezin a Diyarbekirê Gulten Kişanak, Midûrê Ewlehîyê Adnan Daştan , Serokê DTSOyê Ahmed Sayar, Serokê DESOBê Alîcan Ebedînoglu , Serokê Baroyê Tahîr Elçî, Alîkarên Walî û qeymeqamên navçeyên navendê beşdarî bernameyê bûbûn.

Her wiha mexdûrê bûyerên 6-7 cotmehê, ji dayîna xelatê ji muxabîrê Gelê Kurdistanê yê ku di bûyerên 6-7ê cotmehê de di destê wî de sileh dîtibû re bertek nîşan dabû.(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir