• DOLAR 32.58
  • EURO 34.998
  • ALTIN 2436.353
  • ...
PKK bûk revand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin li Taxa Sûra Cizîrê di derdora saet 21.00 an de PKKyîyan, êrîşî mala bûkê kirin û dûvre bûkê revandin. Piştî ku bûk hat revandin xeber dane mala zavayê bi navê E.Ç. û malbata wî ji bûyerê  agahdar kirin. Ji ber vê yekê rewşa dayîka zava xerab bû. Hat ragihandin ku rewşa dêya zava ne baş e.

Dawetvanan ji bo vê yekê bertek nişan dan û xwestin ku bûk demildest  were serbest berdan.

Dawetvanan destnîşan kirin ku PKK bi hinceta ku dawet bi deng hatiîye kirin di ser malê de girt. Lê belê temamên pîrozbahîyên ku ji teref PKK/HDP/DBPê ve tên kirin bi mûzîk in.

Ji alîyê din ve hat iddîakirin ku di dema vê êrîşê de Parlementerê HDPê Faysal Sariyildiz jî li wê  taxe bû.(ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir