Tahîr Elçî hat serbestberdan
Serokê Baroya Dîyarbekir Tahîr Elçî ji ber sûca kirina propagandaya PKKê hatibû binçavkirin, Elçî ji teref mehkema ku lê hat darizandin bi şerta kontrola edlî hat serbest berdan.
Serokê Baroya Dîyarbekir Tahîr Elçîyê ku hatibû binçavkirin û piştî ku îfade da re bi şerta kontrola edlî hat serbestberdan.
Serokê Baroya Dîyarbekirê Tahîr Elçî di bernameya televzîyoneke taybet de di derheqê PKKê de destnîşan kiribû ku ‘PKK ne rêxistina terorê ye.’ Ji ber vê gotina Elçî, 2emîn Hakîmtîya Cezaya Sulhê ya Bakirkoyê di derheqê Elçî de qerara girtinê derxistibû. Ji ber vê qerarê Elçî di derdora seat 02.20an de hatibû binçavkirin û ji bona standina îfadê wî biribûn Stenbolê.
Elçî bi teleba tewqîfkirinê sewqî mehkemê hat kirin. Mehkeme, ji Elçî re qedexeya derketina derveyî welêt anî û bi şerta kontrola edlî wî serbest berda.(ÎLKHA)