• DOLAR 32.525
  • EURO 34.746
  • ALTIN 2487.904
  • ...
SON DAKİKA
72 STK di der barê Şaredarîya DBPyî de gilîdar bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tête zanîn berî vê çend rojan ji teref Şaredarîya Yenîşehîra DBPyî ve karîkaturên ku tê de heqaret li Hz. Muhammed dihatin kirin bi bîlbordên bajêr ve hatibûn daliqandin. Ji ber daliqandina van karîkaturan 72 STKyên îslamî yên ku li Dîyarbekirê feaalîyet dikin di der barê Şaredarîya Yenîşehîrê de gilîdar bûn.

72 STK li ber avahîya Edlîyeya Dîyarbekir daxuyanîyeke çapemenîyê dan û destnîşan kirin ku ev tiştê ku hatîye kirin ji muqeddesatên mislimanan re êrîşek e.

Di daxuyanîya ku hatîye dayîn de di der barê mijarê de wiha hat ragihandin: “Her weke ku tê zanîn di sala 2012an de li Fransayê bi karîkaturên ku hatibûn xezkirin êrîşeke nemerdî û zelîltî li pêxemberê me Hz. Muhammed hatibû kirin. Mixabin îro Şaredarîya Yenîşehîrê ya DBPyî wan karîkaturên ku berî vê çend salan hatibûn xezkirin û tê de heqaret li Hz. Muhammed hatibû kirin, bi bihaneya şîdeta ku li jinan tê kirin bi kar anî û bi bîlbordan ve daliqand.Ev êrîş nayê qebûlkirin.”

Di dawîya daxuyanîyê de wiha hat diyarkirin: “ Divê ev tişt bê zanîn ku di vê mijarê de qesd  heye. Em sedema vê qesda ku hatîye kirin wiha dixwînin; Meydana Îstasyonê meydana ku mîtîngên ji bona pêxemberê me  hurmet lê hatine kirine. Ji ber vê yekê daliqandina wan afîşan li wê meydanê vê qesdê nîşanî me dide. Ji ber vê hereketa zelîl û nemerdî, em rayedarên DBPyî şermezar dikin. Ji ber daliqandina wan afîşan em di derbarê şaredarîyê de gilîdar bûn. Em hêvî dikin ku cardin rezîltî û nemerdîyên mîna van neyên kirin.Bila ev tişt jî baş bê zanîn heger cardin tiştekî mîna vê bê kirin em ê di qada legal de wek STKyan li dijî vî tiştî bisekinin.”(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir