Ji Serokê Şaredarîya Êlihê re tewqîfkirin hat telebkirin
27 kesên ku di nava wan de Hevserokên Şaredarîya Êlihê û îdarevanên Bajêr a DBPê jî hebûn bi sedema çûyîna heremên operasyonên ku li navçeya Sasonê dihatin kirin bi daxwaza tewqîfkirinê sewqî mehkemê kirin.
Berî vê çendakî li 3 gund û gundikên ku girêdaye Sasonê ne operasyon hatibûn destpêkirin.Bi destpêka operasyonan 83 kesên ku di nav wan de Hevserokên Şaredarîya Êlihê û rêvebirên DBPê jî hebûn ketibûn heremên ku lê operasyon dihatin kirin. 83 kes bi sedema ketina heremên operasyonan hatibûn binçavkirin.
Ji van 83 kesan 56 kes hatin serbestberdan û ji 27 kesên din re tewqîfkirin hat telebkirin.Kesên ku di derheqê wan de tewqîfkirin hat telebkirin sewqî mehkemê kirin.
Hat ragihandin di nava kesên ku di derheqê wan de tewqîfkirin tê telebkirin Hevserokên Şaredarîya Êlihê Sabrî Ozdemîr û Gulîstan Akel, Hevserokê Şaredarîya Qûbînê Mustafa Ozturk, Hevserokên Şaredarîya Îkîkopruyê Hîdayet Tîryakî û Osman Karabulut û Hevserokên Bajêr a DBPê jî heye. ()