Li Diyarbekirê Sazîyên Civakî ji bona aştîyê bang kirin
565 sazîyên civakî yên sivîl li Diyarbekirê bi slogana 'Dengek Dilek' daxuyanîyeke çapemenîyê ya hevpar dan û ji bona pevçûn bi dawî bibin banga aştîyê kirin.
565 sazîyên civakî yên ku li heremê fealîyetên xwe didomînin li Qada Şêx Seîd a Diyarbekirê bi slogana ‘Dengek Dilek’ daxuyanîyeke çapemenîyê ya hevpar dan.Konfederasyona Sendîqayên Memûran, Ozgur Der, AYDER, Ocaxên Akê û gelek temsîlkarên komeleyan li Qada Şêx Seîd civîyan.
Serokê Giştî ya Memûr-Senê Alî Yalçin axavtina destpêkê kir û daxuyanîya çapemenîyê jî di bin pankarta “Êdî Bes e” him bi kurdî him jî bi tirkî hat xwendin.Alîkarê Serokê Giştî ya Egîtîm-Bîr-Senê Ramazan Çakirci tirkîya daxuyanîya çapemenîyê xwend.
Çakirci destnîşan kir ji bona biratî were sazkirin hereket kirina bi şiûra ummetê pêwîst e û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Mucadele kirina bi wê zihnîyeta ku ji xwînê mezin dibe,pevçûn û fitneyan derdixe biratîya îslamê ye. Di mîna van rojên zehmet û giran de divê em zêdetir li hevdu xwedî derbikevin.”
“Aştîyeke mayîn de bi çek danîna PKKê mimkin e”
Çakirci dawîya axavtina xwe de di derbarê mijara pevçûn û çareserîya wan de wiha ragihandin: “Ji bona aştîyeke mayînde divê PKK destên xwe ji şidet û silehan bikşîne.”(ÎLKHA)