Li Mûşê êrîş li wesayîta eskeran hat kirin:8 birîndar
Li bajaroka Karaagaça Mûşê teqemenîya ku berî niha li ser rê hatibû bicihkirin dema ku wesayîta eskeran derbas dibû hat teqandin. Di encama teqandinê de yek jê giran tevde 8 esker birîndar bûn.
Bajaroka Kizilagaça ku ji navenda Mûşê 18 kîlometre dûr e dema ku wesayîta eskeran a bizirx derbas dibû teqemenîya ku berî niha li ser rê hatibû bicihkirin hat teqandin.Di encama teqînê de ji 15 eskerên ku di nava wesayîtê de bûn yek jê giran tevde 8 esker birîndar bûn.Eskerên ku birîndar bûbûn bi alîkarîya hemwelatîyên ku ji cihê bûyerê derbas dibûn ji wesayîtê hatin derxistin.
6 esker ji teref hemwelatîyan ve 2 esker jî ji teref ambûlansan ve ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.(ÎLKHA)