• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Hat îddîakirin ku Serokê MHPyî ji alimên îslamê re heqaret kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor îddîayan Serokê Şaredarîya Mezin a Edenê ya MHPyî Huseyîn Sozlu  di meşa ku ew ê  bûyerên PKKê hatibana protesto kirin de ji alimên îslamê re  û ji kesên mîna Şêx Seîd, Seyîd Riza û Xocayê Atif ê Îskîpî re heqaretên giran kir.

Hat ragihandin Sozlu di meşa ku beşdarî bûbû de alimê dînî wek kûklayê AKPê nîşan da û di derbarê alimên îslamê de hat îddîakirin ku wiha gotîye: “Ji wan kesên ku ji we re talimat dane re cardin bang dikim û dibêjim ev milet di dema mucadeleya millî de jî alimên dînî yên mîna van sist dîtîye.”

Her wiha hat îddîakirin ku Sozlu kesên mîna Şêx Seîd, Seyîd Riza û Xocayê Atif ê Îskîpî wek kesên xaîn û   hevkar nîşan daye  û di derbarê wan de wiha gotîye: “ Wek wan hûn jî nebin bêbext û qaleş.Hûn jî li pişta Ataturk bin.”

Sozlu ji ber ku jê re bertek hatin nîşan dan  di derbarê mijarê de daxuyanîyek da.Di daxuyanîya ku da de îddîayan nederewand  û wiha ragihand: “Kesên ku bi van îddîayan tên, dema ku dijminê Cumhurîyetê bin bi wan re hatine hemberî hev ji bo min tiştekî êrenî ye.”

Sozlu di dawîya daxuyanîya ku da de wiha ragihand: “Hinek kes ji min re jî dibêjin ku tu  ji alimên dînî re heqaretê dikî. Serokê Giştî ya Sendîqaya Diyanetê min rexne dike.Her wiha durûtî jî di kitêba min de nanivîse. Alimên mîna M.Akîf û Sutçu Îmam ji dema Mucadeleya Millî û vir ve di terefa Ataturk de ne. Ez îthamên wan kesên ku neterefdarên Cumhurîyêtê ne guhdar nakim.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir