• DOLAR 32.564
  • EURO 34.971
  • ALTIN 2449.447
  • ...
Gida Bankasiya Umût Kapisi dest bi xebatên Eyda Qurbanê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Gida Bankasiya Umût Kapisi ya Diyarbekirê dest bi xebatên xwe yên  Eyda Qurbanê kir û bang li kesên xêrxwaz kir. Ji ber destpêkirina xebetan ra yedarên komeleyê banga destek û alîkarîyê li kêsn xêrxwaz kirin.

Serokê Gida Bankasiya Umût Kapisi M.Siddik Furkan di derbarê xebatên Eyda Qurbana îsal de wiha axivî: “Wek ku tê zanîn di nava civaka me de gelek kesên hewcedar û feqîr hene. Ev kesên feqîr û hewcedar hesreta parîyek goşt in. Xwedê Teala nesîb bike em ê îsal jî bi wesîleya alîkarîyê kesên xêrxwaz ji kesên feqîr û hewcedar re alîkarîya goşt bikin.Ji ber vê yekê em bang li kesên xêrxwaz dikin da ku di vê mijarê de bibin alîkarî.”

Furkan di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir kesên ku dixwazin di vî warî xêran bikin dikerin ji nimreya (0412) 252 52 22an  bi wan re têkevin têkilîyê.

Her wekê ku tê zanîn di Eyda Qurbanê ya sala borî de Yasîn Boru, Huseyn Dakak, Hasan Gokgoz, Rîyat Guneş ên ku endamên dildar a Gida Bankasiya Umût Kapisi bûn dema ku goştê qurbanan ji feqîr û muxtacan re belav dikirin di bûyerên Kobanî de bi şiklekî wehşîyanê hatibûn qetilkirin.(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir